|
|
|
Pêşangeha komelgehî ya »bê welat – the unexpected storytellers« (bê welat - çîrokbêjên nepayî) li ser sekn û helwestên hunerî yên cihêreng hûr dibe ku têkildarî rastiyên kurdan in. Navenda pêşangehê ›bêwelatî‹ ye ku tunebûna mal û dewletekê destnîşan dike û bangî îcrakirin û sêwirandina warên nû yên azadîxwaz dike.
|
Koma projeyê ya nGbK:
Bilal Ata Aktaş, Elif Küçük, Duygu Örs, Şener Özmen, Engin Sustam
|
neue Gesellschaft |
|
|
für bildende Kunst |
bê welat - the unexpected storytellers
|
Pêşangeh û bernameya xebatên piştevan: 26ê Hezîranê–15ê Tebaxê 2021
|
Hûn bi dilxweşî ji bo vekirina sist a 25ê Hezîrana 2021 vexwendî ne, 14:00 - 21:00
Agahiyên bêtir: ngbk.de
Hunermendên beşdar:
Deniz Aktaş, Havin Al-Sindy, Beizar Aradini, Nuveen Barwari, Mehmet Ali Boran, Savaş Boyraz, Mahmut Celayir, Fatoş Irwen, Miro Kaygalak, Elif Küçük, Zelal Özkan, Şener Özmen, Hêlîn Şahin Beşdarên bernameya xebatên piştevan:
Hogir Ar, Mizgîn Müjde Arslan, Mihemedê Beyro, Yildiz Çakar, Ali Kemal Çınar, Hesen Ildiz, Hero Kurda, Mîrza Metîn, Hêja Netirk, Fatma Savci, Karosh Taha, Diako Yazdani, Soleen Yusef, Helim Yûsiv, Berfin Zenderlioğlu û yên din
|
|
|
|
|
|
25ê Hezîranê 2021, 14:00-21:00
|
|
|
1-31ê Tîrmehê 2021
(zimanê resen li gel binnivîsa îngilîzî) |
|
Nîşandana fîlman - online
»Gênco« - Ali Kemal Çınar
»Toutes les vies de Kojin / The Many Lives of Kojin« - Diako Yazdani
»Ez firiyam tu mayî li cî / I flew you stayed« - Mizgîn Müjde Arslan
|
|
|
9-11ê Tîrmehê 2021
(zimanê resen li gel binnivîsa îngilîzî) |
|
Nîşandana fîlman - online
»Haus ohne Dach / House without Roof« - Soleen Yusef
|
|
|
2ê Tîrmehê 2021, 18:00
(îng/kur)
|
|
Wane û performans - online
»The voice of female dengbejs / Dengê dengbêjên jin« li gel Hêja Netirk
|
|
|
10ê Tîrmehê 2021, 18:00
(kur)
|
|
Kargeha şanoyê – online
»Çîrokên bêzincîrkirî / Unchained stories« li gel Berfin Zenderlioğlu
|
|
|
14ê Tîrmehê 2021, 18:00
(îng)
|
|
Axaftin - online
»Roads to take through film« li gel Mizgîn Müjde Arslan, Soleen Yusef û Özgür Çiçek |
|
|
24ê Tîrmehê 2021, 17:00
(kur/alm)
|
|
Axaftin
»li sirgûnê wêje, li malê berxwedan / Literature in exile, resistance at home« li gel Yildiz Çakar, Hesen Ildiz, Fatma Savci, Karosh Taha û Helim Yûsiv |
|
|
31ê Tîrmehê 2021, 14:00
(kur/îng)
|
|
Kargeha şanoyê
»Agoraya Lîstikan / Agora of games« li gel Mîrza Metîn |
|
|
|
Pêşangeha komelgehî ya »bê welat – the unexpected storytellers« (bê welat - çîrokbêjên nepayî) li ser sekn û helwestên hunerî yên cihêreng hûr dibe ku têkildarî rastiyên kurdan in- ew rastiyên ku şêweya xwe bi berfirehî ji depresyona kolektîf, çalakiyên berxwedanê, trawma, şert û mercên cuda yên şerî, mêtingerî, qedexekirina zimên û halên sirgûniyê digire, hatiye xêzkirin. Navenda pêşangehê ›bêwelatî‹ ye ku tunebûna mal û dewletekê destnîşan dike û bangî îcrakirin û sêwirandina warên nû yên azadîxwaz dike. Bi vê hişmendiyê, nGbK dê ne tenê wekî qadeke statîk bê bikaranîn: li şûna kevneşopiya demkî û nûseriya derqadî, bernameya berfireh ku ji hêla hunermend û rewşenbîrên kurd ve hatiye verastkirin; daxwaznameyeke ku bi awayekî rexneyî pêwendiyê bi bandora şîdeta dewletê, (nû)mêtingeriyê, qanûnên pişavtinê û serweriya nûseriyê ya di hunerên hevçax ên kurd re datîne.
Gava ›Kurdayetî‹ li seranserê cîhanê bi çalakvaniya xwe ya siyasî û berxwedana xwe ya dijmêtinger re têkildar tê hesibandin, midaxaleyên hunerî yên Kurdan jî piraniya caran bi awayekî xelet, weke tiştên nepayî têne fêmkirin. Lêbelê, pratîkên wiha jî, dikarin weke pratîkên berfireh û dijmêtinger ên Kurdan û xwe-bicihkirinê werin dîtin. Ev pêşangeha ku xwe dispêre kevneşopiya roj bi roj vedimire ya dengbêjiyê ku bi awayekî devkî paşeroj û pêşeroja kurdan diparêze, ji vê projeyê kişfkirina şêweyên nû yên hunerî, vegotina rastiyên kurdan û materyalîzekirina wan ji xwe re dike armanc. »Bê welat« xebatên ku Kurdistan û diyasporayên cuda yên kurdan bi hev ve girê dide pêşkêş dike. Karên ku di çarçoveya vê projeyê de têne pêşandan, ji veşîrovekirina estetîka kevneşopî bigire heya wêne û nîgarê, peykerên dîjîtal û hunera vîdyoyê berfireh in. Hunermendên beşdar, di xebatên xwe de li gel tiştên din; erdnigarî, ziman û laşî jî ji nû ve pênase dikin. Di bernameya xebatên piştevan de, nîqaşa li ser ›bêwelatî‹ yê bi sohbetên li gel nivîskar, hunermend, sînemager, muzîkjen û pisporan re tê berfirehkirin. Bi vekolîna tewrên cihêreng; wekî muzîk, şano, wêje û sînemayê, armanca bernameyê ew e ku danûstandina multîdîsîplîner ya hunera hevçax a piralî ya di qada Kurdistanê de hêsantir bike. »bê welat – the unexpected storytellers« dil dike ku ji nostaljî, romantîzasyon, teswîr û şayesandinên oryantalîst ku hîn jî berdest in, dûr bikeve û pêwendiyên materyal, stratejî û perspektîfên li ser tirûşa kurdan raxe ber çavan. |
|
|
|
Di maweya pêşangehê de rêze-axaftin, hevpeyvîn û portreyên curbicur dê li ser kanala Instagram û Vimeoyê ya koma projeyê bên weşandin.
Instagram: @be_welat |
|
Ji kerema xwe di dema şewbê de ji bo agahiyên dawî yên xwegihiştina qadên me li malpera me binêrin: ngbk.de
|
|
|
|
Piştevaniya aborî 
Piştevanî  |
|
|